6. Juli 2018

Em çawa dikarin çalakiyên mafên mirovan ya LSBTIQ+ li Almaniya bidomînin?

Gerînendeya LSVD, Klaus Jetz, bixêrhatina beşdaran* kir di komxebatê du rojiya nivîsgeha LSVD ya federal li Kölnê û xebata navnetewiya komeleyê, sazûmana Weqfa Hirschfeld-Eddy da nasandin. Gelek çalakvanan berê di welatên xwe de çalak bûn û dijî zordarî di hember LGBTIQ+ şer kirin. Hinek jî, çalakiyên xwe li Almaniya dest pê kiriye da ku rewşa penaberên LGBTIQ+ di xaniyên penaberiyê û di dema pêvajoya penaberiyê de bêtir bikin û pêşveçûn çêbikin. Bi tevahî 13 beşdaran ji heft welatên cuda û ji şeş Eyaletên Federal ve rêwîtin, da ku ew tiştên nû ya yekem, ew tora nû li Almaniya dest pê bikin û dengek ji bo penaberên LGBTIQ+ çêbikin.